KCK: Welatên sereke yên NY tawanbarê şerê Efrînê ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) radigihîne, her 5 welatên ku endamên daîmî yên Neteweyên Yekgirtî ne tawanbarê şerê Efrînê ne.
KCK di derbarê operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn, duyem mezintirîn Arteşa NATOyê êrîşê Efrînê dike û Efrîn bi tunekirinê re rûbirû maye.
Di daxuayiya KCKê de hatiye, Rûsyaya ku dibêje li dijî DAÎŞ û El Nûsrayê ye, bi bazareke gemarî destûra vê êrîşê da û esmanê Sûriyê li pêş Tirkiyê vekir û bi wê yekê jî bû şirîkê vê dagirkerî û qirkirinê.
Herwiha tê de hat, Amerîka ku hevparê herî mezin ê koalîsyona li dijî DAÎŞ û El Nûsrayê ye, diyar kir ku qirkirin û dagirkirina Efrînê ku di şerê dijî DAÎŞ û El Nûsra de berdêlên giran da, wan eleqedar nake û bi vî rengî êrîşa Tirkiyê normal û rewa dît.
KCK bang li Kurdan jî kir û got, divê hemû kes biçin ber deriyên Konsolxaneyên Amerîka û Rusyayê xwenîşandanan bikin û heta êrîşên Tirkiyê bidawî neyin divê çalakî û xwenîşandan berdewam bikin.
Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê îro 51 roj in li Efrînê berdewam e, ta niha zêdetir ji 230 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 668 sivîlên din birîndar bûne. Herwiha bi deh hezaran xelk koçber bûne.
S. B