Li Kerkûk Dijeterora Iraqê 2 welatiyên Kurd direvîne

Şeva bûrî li Kerkûk hêzên Dijeterorê ya Iraqê bi ser mala welatiyekî Kurd ê Kakaî de girtin û bav û kurê wî revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva bûrî li Kerkûk hêzên Dijeterorê ya Iraqê bi ser mala welatiyekî Kurd ê Kakaî de girtin û bav û kurê wî revandin.

Saman Ebdilsetar ku apê û pismanê kesên revandî ye ji K24ê re ragihand, Li taxa “Esra û Mefqodîn” ya Kerkûkê hêzên Dijeterorê ya Iraqê bi ser mala Ebdilcebar Rehber (72 salî) û kurê wî Ehmend Ebdilcebar (22 salî) de girtin ew berve cihekî ne diyar ve birin.

Saman Ebdilsetar got: “Hêza Dijeterorê hat wê malê ku daxwaza kurê din yê binavê Elî Cebar dikirin ku ew ji asayişa YNKê ye, lê Elî Cebar ne li malê bû, wê dema hêza Dijeterorê bav û birayekî wî desteserkirin.”

Amaje bi wê jî kir, ta niha çarenivîsa Ebdilcebar Rehber û Ehmend Ebdilcebar ne diyar e û heger îro çarenivîsa wan diyar nebe jî, ew wek Kakaî xwepêşandenekê li pêş avahiya parêzgariyê dikin  û daxwaza zanîna çarenivîsa wan dikin.

 

S. B