Heşda Şeibî efserekî ser bi zêrevanên Heyder Ebadî ve li Tekrîtê kuşt

Li nêzîkî Tikrîtê, şer di nav çekdarên Seraya El-Selam û hêzên lîwaya 57an ya zêrevanên serokatiya wezîrên Iraqê de qewimî, fermandeyek hat kuştin û 2 serbaz birîndar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li Tekrîtê, çekdarên ser bi Seraya El-Selam ve ku baskê serbazî yê Şepêla Sedir e, rastî kerwanekî artêşa Iraqê hatin û di encama şerê di nav herdu aliyan de, fermandeyekî lîwa hat kuştin û du serbazên din jî birîndar bûn.

Jêderekî emnî li Bexdayê, nûçeya kuştina fermandeyê lîway 57an ya serokatiya wezîrên Iraqî, emîd Şerîf Ismaîl Ubêdî piştrast kir.

Li gorî zanyariyên wî jêderî, ew fermandeyê artêşê, li gel hêzeke taybet hatibû erkdarkirin, ku herin Mûsilê ji bo parastina ewlehiyê bike di dema serdana Heyder Ebadî de, ku biryar heye di demên pêş de serdana Mûsilê bike.

Bi rê de, li nêzîkî bajarê Samerra, di navbera serbazên wê hêza taybet û çekdarên Seraya El-Selam de, pevçûna bi gotinan derket û di rêbenda çekdaran re derbas bûn, dema ku ew hêz gihişte nêzîkî Tekrîtê, şer di navbera çekdarên Seraya El-Selam û hêzên lîwaya 57an de qewimî û di encamê de, fermandeyekî wê lîwayê hat kuştin û du serbazên din jî birîndar bûn.

N.O