Bayik: YPG û Hikûmeta Sûriyê lihev nekir

K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik ragihand, Ji ber ku YPG û Hikûmeta Sûriyê lihev nekir, leşkerên rejîmê neçûn Efrînê.
Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ji ajanseke nêzikê PKKê re axivî û got: “YPG dixwast ligel hikûmeta Sûriyê lihev bike û hêzên leşkerî yên hikûmeta Sûriyê derbasî Efrînê bibin, li hember vê yekê jî dixwast xelkê Efrînê xwe bixwe bi rê ve bibe. Lê Hikûmeta Sûriyê daxwaza YPGê red kiriye û bi helwesta wekî hikûmeteke zordest û navendî tevgeriya ye.”
Hikûmeta Sûriyê hewl daye hemû gelên Efrînê radest bigire. Ev hewla hikûmetê jî ji aliyê YPGê ve hatiye redkirin. Ji ber vê yekê her du alî negihiştine ti rêkeftinekê û leşkerên hikûmetê jî derbasî Efrînê nebûne.
Bi destpêkirina êrîşa artêşa Tirkiyê Rêveberiya Xweser a Efrînê û fermandarên YPGê bang li hikûmeta Sûriyê kir ku derbasî Efrînê bibe û bi erkê xwe yê parastina sînor li hember êrîşa artêşa Tirkiyê rabe.
Lê piştî mehekê û di 20ê Sibatê 3 karwan ji Hêzên Şeibî yên ser bi artêşa Sûriyê derbasî Efrînê bûn û fermandarên YPGê da zanîn ku ew li eniyên şer li Efrînê belav bûn.
Lê derbasbûna wê Hêza Şeibî ji aliyê Tirkiyê ve bû cihê nerazîbûnê û hat gotin ku piraniya çekdarên wê hêzê di êrîşên artêşa Tirkiyê hatin kuştin.
S. B