KCD: Bila Efrîn nebe Helebçeya duyemîn

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Komkujiya 30’emîn a Helebçeyê bi daxuyaniyeke nivîskî bibîr anî û bang li Yekîtiya Ewropa û saziyên navdewletî kir, ku rê nedin Efrîn bibe Helebçeya nû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Komkujiya 30’emîn a Helebçeyê bi daxuyaniyeke nivîskî bibîr anî û bang li Yekîtiya Ewropa û saziyên navdewletî kir, ku rê nedin Efrîn bibe Helebçeya nû.

Di salvegera 30’emîn a Komkujiya Hebçeyê de gelek sazî û dezgehên sivîl û siyasî ji bo bibîranîna şehîdên bûyerê daxuyanî da. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî daxuyaniyeke nivîskî ji bo raya giştî belav kir û salvegera 30’emîn a komkujiyê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku; Komkujiya Helebçeyê di rûpelên dîrokê de wekî sûcê mirovahiyê hatiye qeydkirin û bi bûyerên li Efrînê rû didin jî ev birîn kûrtir bûye.

KCD’ ê bi vê mebestê bal kişand ser operasyonên Tirkiyê yên li hember Efrînê jî û da zanîn ku ji bo Efrîn jî nebe yek ji warên komkujiya Kurdan divê Yekîtiya Ewropayê û hemû sazî û dezgehên navdewletî û dezgehên pêwendîdar ên cîhanî li ser bisekinin û pêşî li xetereyan bigirin û tu car destûrê nedin ku Efrîn bibe Helebçeya nû.

 

S. B