Sibe yekemîn firoke ji Siûdiyê li firokxaneya Hewlêrê dadikeve
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e, sibe demjimêr 08:00 sibê bi dema Hewlêra paytext, yekem geşta esmanî ya navdewletî ji piştî qedexekirina esmanî li ser firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî bê kirin.
Serokê Cibicîkar ê kompanyaya Xoşnaw û Birîkarê kompanyaya “Flynas” Mihemed Xefor ji K24ê re ragihand, sibe yekem geşta esmanî ya navdewletî di navbera Hewlêr û bajarê Cidde ya Siûdiyê were kirin.
Got jî, geşt ji bilî kesên diçin Umreyê geştiyaran jî vediguhêze Siûdiyê û dikarin di riya wê hêlê re transit ji firokxaneya Cidde biçin hemû welatên cîhanê.
Kompanyaya Flynas kompanyayeke Siûdî ye û xwedî 29 firokeyên neferhilgir e û geştê ji bo 70 firokxaneyên cîhanê dike.
Piştî nêzîkî şeş mehan ji qedexekirinê, Serokwezîrê Iraqê roja 13ê vê mehê biryara vekirina firokxaneyên Herêma Kurdistanê li pêş geşta navdewletî derkiribû.
S. B