Teqînek li Efrînê qewimî

Medya Tirkiyê: Ji encama teqînekê li navenda Efrînê, heft welatiyên sivîl şehîd bûne û çar serbazên Artêşa Azad a Sûrî hatin kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li navenda bajarê Efrînê teqînek qewimî û di encamê de, yazde kes hatin kuştin .

Medya Tirkiyê ragihand, ku ji encama teqînekê li navenda Efrînê, heft welatiyên sivîl şehîd bûne û çar serbazên Artêşa Azad a Sûrî hatin kuştin.

Duh jî li gorî Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, dema ku çekdarên opozisyonê derbasî Efrînê bûn, mînek di nava komeke wan çekdaran de teqiya û di encamê de 13 çekdar hatin kuştin û bêtirî 25 kesên din birîndar bûn.

Li gorî daxuyabçniya Riwangehê, ji destpêka operasyona Tirkiyê ve li Efrînê, 515 çekdarên opozsyonê hatine kuştin û di nav wan de jî 78 serbazên artêşa Tirkiyê jî hene.

Duh 18 Adara 2018an, serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, li Bakurê Kurdistanê ragihand, ku artêşa Tirkiyê bajarê Efrînê bi temamî kontrol kiriye û ala Tirkiyê li nav Efrînê hatiye bilindkirin.

N.O