Hejmarek ji Pêşmergeyên birîndar bo derve hatin şandin

Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê ragihand, îro hejmarek ji Pêşmergeyên birîndar ji bo çareseriya tenduristî di riya Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî re çûn derveyî welat.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê ragihand, îro hejmarek ji Pêşmergeyên birîndar ji bo çareseriya tenduristî di riya Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî re çûn derveyî welat.

Bijîşkê leşkerî di Wezareta Pêşmerge de Lîwa Muhsin Mihemed ji K24ê re ragihand, Rêveberiya Tenduristî di Wezareta Pêşmerge de bi hevkariya ligel Wezareta Bergîriyê ya Çîkyayê û Konsolê Çîk li Herêma Kurdistanê, îro 7 Pêşmergeyên birîndar ji bo wergirtina çareseriya bijîşkî çûn welatê Çîkyayê.

Da zanîn jî, ew Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de birîndar bûbûn û li welatê Çîkyayê bi hevkariya wezareta bergîrî û ya tenduristiyê ya wî welatî dê çareseriya bijîşkî werbigirin.

Lîwa Mihsin Mihemed got jî: “Şandina Pêşmergeyên birîndar ji bo derveyê welat berdewam dibe û di rojên pêş de beşek din jî bo wergirtina çareseriya bijîşkî diçin ji bo derveyî welat tên şandin.”

Li gor wî bijîşkê di Wezareta Pêşmerge de, zêdetir ji 10 hezar Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de birîndar bûbûn, piraniya wan ji 700 Pêşmerge li derve û li hundir Kurdistanê hatin dermankirin. Herwiha nêzîkî 60 Pêşmergeyên din jî birîndar jî mane û pêwîstiya wan bi dermankirina li derveyî welat hene.”

Got jî: “Ji ber rawestandina geşta navdewletî li Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî, ew dermankirina wan Pêşmergeyên birîndar bi derengî ket, lê niha hewl tên dan ku di rojên nêzîk de hemûyan bişînin derveyî welat.”

 

S. B