HRW: Tirkiye bi rêya tadeyê mişextan rêdike Idlibê

Human Rights Watch (HRW) herweha diyar dike ku, çendîn mişext jî yên ku hewldan e derbasî Tirkiye bibin, ji alî hêzên Tirkiye ve hatine kuştin an brîndar kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Neteweyên Yekgirtî radighîne ku, piştî êrîşên hevbeş ên Suriye û Rûsya dijî rikberan li herêma Idlib, 400 hezar sivîl cîh û warên xwe berdan e û li devereke nêzîkî sînorên Tirkiye di qampên demkî yên xerab de bicîh bûn e. hejmara giştî ya van mişextan digihe 1,3 milyonan û nedikarin pêş bikevin, ne jî dikarin bizîvirin.

Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Navneteweyî (HRW) eşkere dike ku, “Hêzên ewleyî yên Tirkiye bi hezarên mişextên ku xwestin e derbasî Tirkiye bibin girtin e û bi rêya tadeyê û bêpirs wan bi paşve rêdike/dibe Idlibê”.

Human Rights Watch (HRW) herweha diyar dike ku, çendîn mişext jî yên ku hewldan e derbasî Tirkiye bibin, ji alî hêzên Tirkiye ve hatine kuştin an brîndar kirin.

 

C.B