Amerîka: Ji bo rûbrûbûna Îranê emê berdewam alîkariya Siûdiyê bikin

Adil Cubêr: Em li gel Amerîka kar dikin, ji bo em rê li pêşya berfirehbûna hejmûna Îranê li navçeyê bigirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis, di civînekê de li gel cînişînê Siûdiyê Şahzade Mihemed Bin Selman, ragihand ku di rûbrûbûna girûpên terorîstî û çalakiyên têkder yên Îranê de li navçeyê, wê Amerîka alîkariya xwe ji Siûdiyê re berdewam bike.

Mattis tekezî li ser piştevaniya Amerîka ji bo Siûdiyê kir, bi mebesta çarekirina kirîza Yemenê û got: "Pêwîst e destwerdana Îranê di Yemenê de bidawî bê".

Her derbarê hevkariya serbazî di nav herdu welatan de, wezareta derve ya Amerîka belav kirye, ku ew razî bûye şeş hezar û 600 mûşekên Taw  bi nirxê 670 milyon dolar bifroşe Siûdyê û Kongirêsa Amerîka li ser vê yekê erê kiriye.

Ji aliyê xwe ve, wezîrê derve yê Siûdiyê Adil Cubêr ragihand, ku welatê wî li gel Amerîka kar dike, ji bo rê li pêşya berfirehbûna hejmûna Îranê li navçeyê bigirin û diyar kir, ku pêwîst e lêvegerek di rêketina etomî de, ya li gel Îranê bê kirin.

Cubêr got: "Destê Îranê di tevahiya pirsgirêkên navçeyê de heye".

N.O