Amerîka hêzên xwe ji bingeha Incerlîk ya Tirkiyê dikişîne

Malpera Debka: Wê bingeha Incerlîk li Tirkiyê bê valakirin û bingeha serbazî ya Udêd li Qeter, ji bo Siûdiyê bê veguhestin û bê firehkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Amerîka piroseya valakirina herdu bingehên serbazî, ya Incerlîk li Tirkiyê û ya Udêd li Qeter lezgîn dike û bingeheke din ya serbazî li Siûdiyê ava dike.

Li gorî nûçeyeke malpera Debka ya taybet bi karûbarên serbazî, rêketina avakirina bingeha serbazî li Siûdiyê, roja Sêşemê 20 Adarê, di navbera serokê Amerîka Donald Trump û cînişînê Siûdiyê şahzade Mihemed Bin Selman de hat îmzekirin.

Her li gorî wê malperê, wê bingeha Incerlîk li Tirkiyê bê valakirin û bingeha serbazî ya Udêd li Qeter, ji bo Siûdiyê bê veguhestin û bê firehkirin.

Veguhestina herdu bingehên serbazî yên Amerîkî di demekê de ye, êrîşên li dijî DAIŞê kêm bûne û nema wek berê bingeha Incerlîk pêwîst dibe û dibe ku Amerîka li şûna Incerlîkê, bingeha serbazî Andraveda ya li Yûnanê bikar bîne.

Berî 15 salan, Amerîka mezintirîn bingeha serbazî li Riyada paytexta Siûdiye amade kiribû û nêzîkî 60 hezar serbazên xwe têde belav kiribû, lê di dema şerê Iraqê de, sala 2003yan, Siûdiyê ji Amerîka xwest ku serbazên xwe ji wê bingehê bikişîne, di encamê de Amerîka ew serbazên xwe li bingeha Udêd li Qeter belav kir, lê niha Siûdiyê careke din rê li ber Amerîka vekir ku wê bingehê bikar bîne.

Heman malperê diyar kir, ku ew gava Amerîka peyameke zelal e ji bo Îranê, ku îdara Trump piştevaniya şahê Siûdiyê dike.

Jêder: Debkafiles

N.O