TEV-DEM: Efrîn meydana şer e nabe xelk vegere

Hijmareke mezin ji xelkên sivîl ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji Efrînê derketin û koçberî hin deverên ji derveyî bajêr bûn, lê derbarê veger û venegera wan, tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hin helwestên cuda cuda diyar dikin. Hin alî dibînin ku pêwist e Efrînî vegerin malên xwe, li beramberî wê jî Rêveberiya Xweser dibîne ku metirsî li ser vegera wan heye.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Hijmareke mezin ji xelkên sivîl ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji Efrînê derketin û koçberî hin deverên ji derveyî bajêr bûn, lê derbarê veger û venegera wan, tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hin helwestên cuda cuda diyar dikin. Hin alî dibînin ku pêwist e Efrînî vegerin malên xwe, li beramberî wê jî Rêveberiya Xweser dibîne ku metirsî li ser vegera wan heye.

Bi derbasbûna artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ji nava bajarê Efrînê re, herweha li gel berdewamiya şer hejmareke mezin ji welatiyên bajêr mal û milkên xwe hiştin û ji bajarê Efrînê derketin. Lê girûpên çekdar ku li gel artêşa Tirkiyê derbasî nava bajêr bûn dest bi wêrankirin û diziya malan kirin û ev yek bû cihê dilnexweşiyê li cem xelkên Efrînê. Derbarê vê rewşê de berpirsên Rêveberiya Xweser bang li welatiyên Efrînê dikin ku ji ber metirsiya li ser jiyana wan pêwist e niha venegerin.

Serkirdê di TEV-DEMê de Ebdulselam Ehmed li ser wê pirsê ji K24ê re got: “Vegera Efrîniya ji çeteyan re dibin armanc, ku gelek Efrînî winda bûn û hin jî hatin kuştin û metirsî heye Tirkiye van wek mertal bikar bîne, ji ber ku meydana Efrînê meydana şer e.”

Hin aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê wek Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Wehde) û partiyên di nava ENKSê de dibînin ku pîlana Tirkiyê ew e dîmografiya deverê biguhere û niha hikûmeta Tirkiyê hewildanan dike ku koçberên Ereb yên li Tirkiyê dimînin, li gund û navenda bajarê Efrînê bicî bikin, loma pêwist e di zûtirîn dem de xelkên Efrînê vegerin malên xwe.

Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê (PYKS) Hesen Salih ji K24ê re wiha axivî: “Em dibêjin ku divê gelê me li hundir be û çiqas metirsî jî hebin jî divê em berên wan bidin hundir. Em wek ENKSê em li dijî mana xelkê Efrînê li derve ne. Ji aliyekî din ve, em fişareke baş li ser opozîsyonê dikin û di hevdîtinên me yên dîplomasî de jî em ji wan re dibêjin, ji mafê gelê Efrînê ye vegerin ser xaka xwe û em qet qebûl guhartinek di wir de çê bibe.”

Li gorî dawî amarên fermî yên Netewên yekgirtî, zêdeyî 170 hezar kesên sivîl ji Efrînê koçber bûne û ta niha ti alîkariyên mirovî ji wan re nehatine pêşkêşkirin, loma metirsî li ser jiyana wan û bi taybetî zarok û kesên temen mezin heye.