Perlemanterekî Iraqî: DAIŞ û Erdogan du rûyên yek diravî ne

Parlamenterekî Hevpeymaniya Dewleta Yasayî ya Nûrî El Malikî dibêje: “Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ji bilî lojîka hêzê, ji tiştekî din tênagihe û dixwaze xewna xwe ya vegera dewleta Osmanî li ser sînorê xwe pêk bîne.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterekî Hevpeymaniya Dewleta Yasayî ya Nûrî El Malikî dibêje: “Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ji bilî lojîka hêzê, ji tiştekî din tênagihe û dixwaze xewna xwe ya vegera dewleta Osmanî li ser sînorê xwe pêk bîne.”

Îro Parlamenterê Hevpeymana Dewleta Yasa Mensûr El-Biecî di daxuyaniyekê de ragihand, “Pêwîst e bi hêzê serederî bi her hêzeke Tirkî re bê kirin û wek hêza dagîrker lê were nerîn, ji ber ku metirsiya wan ji ya çeteyên DAIŞê yên terorîst ne kêmtir e û divê Erdogan têbigihe ku Iraq ne lawaz e û dikare erd û asîmanê xwe li hemberî her hewleke dijminane biparêze."

Ew parlemanterê Iraqî daxwaz dike, hêzên Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê ne werin derxistin û hikûmeta Iraq wekî dagîrker serederiyê bi wan hêzên Tirkî re bike û êdî nabe ew hêz li nav xaka Iraqê bimînin. Ji niha û pê ve divê Erdogan baş têbigihe, ku her hewleke binpêkirina serweriya Iraqê rê jê re nayê dayîn û emê bergîriyê li welatê xwe bikin, wek çawa ji destê DAIŞên terorist rizgar kir. Ji ber ku DAIŞ û Erdogan du rûyên yek diravî ne."

Mensûr El-Biecî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, bi heman awayî serederî ligel aliyên Tirkî bike û li hemberî Erdogan dest ji riyên dîplomasiyê berde, ji ber ku ew tenê ji lojîka hêzê têdigihe.

Amaje bi wê jî da, xewna dewleta Osmanî ji xewnên Serokomarê Tirkiyê cuda ne û hewl dide hejmûna xwe bi ser navçê de bisepîne û dixwaze bi riya belavkirina hêzên artêşa Tirkiyê hejmûna xwe li ser aliyên din bisepîne.

Berî du rojan, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihandibû, wan dest bi operasyonekê li dijî PKK li Şingalê kiriye, lê Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqê û PKKê red kirin ku artêşa Tirkiyê ti tevgerek berve wê navçeyê ve kiribe.

 

S. B