Erdogan: Bo Şingalê pêşhatên erênî bi Iraqê re hene

Serokomarê Tirkiyê careke din gefa operasyonê li dijî Şingalê xwar û ragihand, heger hêzên PKKê ji Şingalê venekişin ewê operasyona xwe bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê careke din gefa operasyonê li dijî Şingalê xwar û ragihand, heger hêzên PKKê ji Şingalê venekişin ewê operasyona xwe bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dema ji serdana xwe ya Ewropayê vedigeriya di firokeyê de bersiva pirsên rojnamevanan da û got, piştî YPG û PYDê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derketibû pêşiya Tirkiyeyê, Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) jî rêxistinek wekî HSDê ye. Ger Iraq hêzên PKKê ji Şingalê derxe, cihê keyfxweşiyê ye. Ger dernexe ewê dijî Şingalê ku 60 km dûrî Tirkiyê ye operasyon bikin.

Erdogan herwiha eşkere kir ku, berpirsê dezgeha Hawalgiriyê ya Iraqê serdana Tirkiyê kiriye û ligel hevpostê xwe Hakan Fîdan kom bûye. Di encama hevdîtina wan de pêşhatên erenî hene.  

Tê zanîn duhî, Hêzên ewlkariyê yên Iraq li navçeyên Şingalê dest bi operasyonekê kir û al û sembolên PKKê û hêzên din yên ser bi wê ve li ser rê û avahiyan anîn xwarê û çend çekdarên nêzîkî PKKê jî girtin.

 

S. B