Nêçîrvan Barzanî: Paşeketkirina mûçeyan nêzîkî bidawîhatinê bûye

Nêçîrvan Barzanî: Me herdem li gorî dahatên xwe, mûçe kêm dikir, lê niha û piştî sê salên dijwar, me gavên baş avêtine ji bo em vê rewşa dijwar bidawî bînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongirekî rojnamevanî de, naveroka sîstema nû ya paşeketkirina mûçeyên fermanberan ragihand.

Serokwezîr di kongirê rojnamevanî de got: Civîna îro ya Encûmena Wezîran, taybet bi pirsa paşeketkirinê bû, me herdem li gorî dahatên xwe, mûçe kêm dikir, lê niha û piştî sê salên dijwar, me gavên baş avêtine ji bo em vê rewşa dijwar bidawî bînin.

Zelal jî kir, ev yek rewşê bidawî nayne, lê ev pêngaveke giring e û piştî pesendkirina yasaya çaksaziyê ji aliyê Perleman ve, em dikarin bêjin ku ev rewş wê bi temamî bidawî bê.

Li gorî zanyariyan, biryar hatiye dayin, sîstema paşeketkirina mûçeyan bê rastkirin û bi taybet ji bo berjewendiya mamosteyan û karmendên karta tendirustiyê, bi awayekî ku bilnidtir rêjeya paşeketkirinê ji wan re 30% be û kêmtirîn jî 10% be.

N.O