Herêma Kurdistan û Filipîn pêwendiyên xwe pêş dixin

Almir Kato: Em bi hêvî ne di demeke nêzîk de, astê pêwendiyên herdu aliyan bêtir pêşkevin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya berpirsê karûbarên balyozxaneya Filipînê li Bexdayê Almir Kato kir.

Di civînê de, behsa çawaniya pêşxistina pêwendiyên herdu aliyan di warên cuda de hat kirin.

Berpirsê karûbarên balyozxaneya Filipînê pesnê rola Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de da û diyar kir, ku aramî û ewlehî ji taybetmendiyên giring yên Herêma Kurdistanê ne û ew jî faktereke ji bo dubare vejandina Herêmê di hemû waran de.

Almir Kato sipasiya keltura lêbûrînê û rêzê ya gelê Kurdistanê kir, bi taybet li ser ew serederiya baş ya ku li gel welatiyên Filipînî li Herêma Kurdistanê tê kirin.

Navhatî xwesteka welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyan di warên cuda de li gel Herêma Kurdistanê da xuyakirin û got: "Em bi hêvî ne di demeke nêzîk de, astê pêwendiyên herdu aliyan bêtir bên pêşxistin".

Ji aliyê xwe ve şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bal kişand ser giringiya pêgeha Filipînê, wek welatekî xwedî karînên mirovî yên bihêz û hêvî xwest di pêşerojeke nêzîk de, astê hevkarî û hevrêziya herdu aliyan gihiştibe cihê xwesteka herdu aliyan.

N.O