Partiya Sûriya Pêşerojê: Em ne girêdayî û berdewamiya tu Partiyan in
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Sûriya Pêşerojê dibêje, ti girêdanên wan bi PYDê re nîn e û dê bi hemû partiyên Kurdî re kar bike.
Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef di bernameya BasîRoj a Kurdistan24 de ragihand, tu girêdanên wan, bi tu aliyekî siyasî re nîn e û dê bi hemû aliyan re kar bikin. Dibe ku di navbeyna ENKS û PYD de navbênkariyê jî bikin.
Hevrîn Xelef herweha diyarkir ku, nêzîkahiya wan ligel hemû partiyên siyasî li rojavayê Kurdistanê wekî hevûdu ye.
Liser helwêsta Fransa û destpêşxeriya Macron a piştgiriya Kurdan û daxwaza navbeynkariyê di navbeyna Tirkiye û YPG de jî, dilxweşiya xwe anî ziman. Got ku, di rewşa Efrînê de jî yekem welatê zilhêz ku hatî deng Fransa bû.
C.B