Bexda derbarê mûçeyan daxwazekê li Herêma Kurdistanê dike

Hikûmeta Iraqê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku sîstema paşeketkirina mûçeyên fermanberan helweşîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Iraqê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku sîstema paşeketkirina mûçeyên fermanberan helweşîne.

Peyvdarê nivîsgeha serokwezîrê Iraqê Se'ed Hedîsî red kir, ku Hikûmeta federalî ti rêketinek derbarê mûçeyan li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kiribe û daxwaz kir, ku daxwaz û xwestekên xwenîşanderên Herêma Kurdistanê, bi giringî bên wergirtin û sîstema paşeketkirina mûçeyan bê helweşandin.

Hedîsî ji rojnameya El-Sebah El-Cedîd re got: Wê Bexda gujmê sê sed û heftê û yek milyar û pênc sed û çil milyon Dînar ji Herêma Kurdistanê re bişîne û pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, ji dahata petrolê, pereyên din pê temam bike û hemû mehekê mûçeyên fermanberan dabeş bike.

N.O