HUDA-PAR: Navê Belafirxaneya Diyarbekrê bila bibe – Belafirxaneya Şêx Seîd

Serokê HUDA-PAR herweha xwest, navê Belafirxaneya nû ya Diyerbekrê bibe – Belafirxaneya Şêx Seîd û di Destûra Tirkiyê de binavkirina hevwelatîtiyê bi “her kes Tirk e” bê guherandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê HUDA – PAR Zekeriya Yapicioglu di telewizyona KRT de rexneyên giran li siyaseta AK Partî girtin û diyarkir ku, ger ev siyaset berdewam bike, dê Kurd deng nedin AK Partî û ew tu caran nikare ji sedî 50 zêdetir dengan bîn e.

Yapicioglu got: “Kurd ji sekna AK Partî ne memnûn in. Siyaseta nîjadperest û nêzîkahiya bi MHP re Kurdan dilgiran dike. Dengên zêde yên Kurdan hene û gava AK Partî dengên Kurdan wenda kir, ne mûmkin e ji sedî 50 zêdetir dengan bidest bixe”.

Serokê HUDA-PAR herweha xwest, navê Belafirxaneya nû ya Diyerbekrê bibe – Belafirxaneya Şêx Seîd û di Destûra Tirkiyê de binavkirina hevwelatîtiyê bi “her kes Tirk e” bê guherandin.

 

C.B