Wezîrê darayê: Wê mûçe bi sîstema nû bên dabeşkirin

Rêbaz Hemlan: Wezareta samanên siruştî, beşek ji dahata xwe dabîn kiriye, daku wek mûçeyên fermanberan bê dabeşkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê darayî û abûriya Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ragihand, ewê mûçeyên fermanberên herdu wezaretên perwerde û tendirustiyê bi sîstema nû ya paşeketkirinê dabeş bikin.

Di kongirekî rojnamevanî de, Wezîrê darayê diyar kir, ku ew li gel wezîrên perwerde û tendirustiyê axivî ye û ji wan xwestiye, ku li gorî sîstema nû ya paşeketkirinê, di vê hefteyê de, lîstên mûçeyan amade bikin.

Herwiha ji tevahiya wezaretên din jî xwestiye, ku ew jî lîstên mûçeyên fermanberên xwe, li gorî sîstema nû ya paşeketiyê amade bikin.

Rêbaz Hemlan eşkere kir, ku wezareta samanên siruştî, beşek ji dahata xwe dabîn kiriye, daku wek mûçeyên fermanberan bê dabeşkirin.

N.O