Çekdar û malbatên Xûtayê li Efrînê bicih dibin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên Feyleqa El-Rehman ku ji Xûtaya Rojhilat hatibûn derxistin, li Efrînê hatin bicihkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên Feyleqa El-Rehman ku ji Xûtaya Rojhilat hatibûn derxistin, li Efrînê hatin bicihkirin.

Rewangehê îro ragihand, çekdarên Feyleqa El-Rehman piştî ku bi serperiştiya Rûsyayê ji Xûtaya Rojhilat hatibûn derxistin, ligel malbatên xwe ber bi Idlibê ve çûn.

Rewangeha Sûrî aşkere kir, bi deh hezaran çekdarên Feyleqa El-Rehman û malbatên wan ji parêzgeha Idlibê derbasî gundên Efrînê bûn û li malên Efrîniyê ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê koçber bûne, bicih bûn.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di roja 20 Çileya bûrî dest bi êrîşa li Efrînê kirin û di roja 18ê Adara bûrî derbasî Efrînê. Li gor amarên Netewên Yekgirtî nêzîkî 200 hezar Efrînî ji malên xwe derketin û koçberî navçeyên bakurê Helebê wek Nubil, Zehra û devera Şehbayê bûn.

Ji çend rojan ve, bi serperiştiya Rûsyayê rêkeftinek di navbera rêjîma Sûriyê û çekdarên opozîsyonê nêzîkî 200 hezar çekdar û malbatên wan ji Xûtaya Rojhilat derketin ber bi bakurê Sûriyê û parêzgeha Idlibê hatin veguhastin.

Ev yek di demekê de ye, hîna bi sed hezaran koçberên Efrînê yên li navçeyên bakurê Helebê ligel bêdengiyeke navdewletî û rêvistinên mirovî û hawarhatinê û piştguhkirinekê ji aliyê ragihandinê ve di rewşeke mirovî ya xirab de dimînin.

 

S. B