Li Stenbolê DAIŞî bi milyonên dolaran hatin girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Stenbolê 2 endamên DAIŞê, tevî zêr û zîv û mîlyon dolaran pere hatin desteserkirin.
Hêzên Dijîterora Tirkiyê, li Tirkiyê bajarê Stenbolê hember du endamên DAIŞê ku bi karê veguhestina pereyan re mijûl dibin operasyonek encam dan.
Di operasyonê de, du welatiyên Tirkiyê ku endamên DAIŞê ne hatin binçavkirin. Di lêgerîna mal û nivîsîngehên wan de, hin alavên çavdêrî û çekdarî , 8 kîlo zêr, 25 kîlo zîv, 1 mîlyon û 300 hezar dolar, mîlyonekê zêdetir Lîra û mîlyonek dolarê zêdetir pereyên welatên curbicur hatin desteserkirin.
C.B