Bin Selman: Amerîka şaştiyeke kujinde li Iraqê kiriye

Bin Selman: Şaştiya yekem ya Amerîka destwerdana di Iraqê de bû, ku ew jî şaştiyeke kujinde bû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cînişînê Siûdyê, Mihemed Bin Selman ragihand, ku "Amerîka du şaştiyên mezin li Rojhilata Navîn kiriye, yek ji wan kujinde bû".

Di hevdîtinekê de li gel rojnameya (The Times) ya Amerîkî, Bin Selman got: "Şaştiya yekem ya Amerîka destwerdana di Iraqê de bû, ku ew jî şaştiyeke kujinde bû".

Herwiha got: "Ez di wê baweriyê de me, ku piştî bidawîbûna piroseyên serbazî li Efxanistan, pêwîst bû Amerîka ew welat ji welatekî qels bo welatekî bihêz guhertiba".

Li ser şaştiya girêdayî Iraqê, Bin Selman diyar kir, ku "Şaştiya diwemîn ya Amerîka piştî xistina rêjîma Sedam, vekişîna hêzên Amerîkî bû. Herwiha hilweşandina artêşa Iraqê bû. Ku ew du şaştî bûn sedema çêbûna kêşeyên mezintir li Rojhilata Navîn".

Bin Selman got jî: "Şaştî bi berdewamî çêdibin, Em mirov in û em şaştiyan dikin. Niha dema wê yekê ye, ku heya ji me bê, em kar li ser kêmkirina bandora wan şaştiyan bikin".

Jêder: Rojnameya The Times ya Amerîkî

N.O