KCK: Amerîka ji destpêkê ve Kurdên li rojavayê Firatê paşguh kiriye
K24 - Navenda Nûçeyan
Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê KCKê Cemîl Bayik ragihand: Amerîka ji destpêkê ve, ew Kurdên li navçeyên rojavayê Firatê dijîn, paşguh xistiye.
Cemîl Bayik ji ajanseke nêzîkê PKKê re axivî û derbarê operasyona Efrînê, rexne li Amerîka kir û got: Rojavayê Kurdistanê di navbera Amerîka û Rûsya de hatiye dabeşkirin. Rojavayê Firatê di destê Rûsya de ye û rojhilatê wê jî di destê Amerîka de ye.
Bayik diyar kir, ku Rûsya ji bo berjewendiyên xwe, Efrînê firotiye Tirkan û Amerîka jî bêdengî hilbijart. Amerîka ji destpêkê ve Kurdên li rojavayê Firatê paşguh xistiye û armanca wê ji vê siyasetê, ew e ku Kurdan neçar bike pêwendiyan bi Amerîka re bikin.
Navhatî derbarê operasyonên li dijî PKKê got: Hikûmeta Tirkiyê heya ku neyê şikandin wê êrîşên xwe li dijî PKK berdewam bike. Lê siyaseta şer ya Hikûmeta Tirkiyê wê bişkê û berdewam nake.
N.O