YPG: Me 4 çekdar kuştin

YPG radighîne, şervanên wan baregehek çekdarên Artêşa Azad li Efrînê kirine armanc û 4 çekdar kuştin e

K24 – Navenda Nûçeyan

YPG radighîne, şervanên wan baregehek çekdarên Artêşa Azad li Efrînê kirine armanc û 4 çekdar kuştin e.

Nivîsîngeha ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel YPG di daxûyaniyekê de ragihand, şervanên wan û yên YPJ êrîşî baregehek çekdarên Opozisyona Sûriyê li nêzîkî caddeya Wêlat a bajarê Efrînê kirin e, di encam de, ew baregeh hatiye jinavbirin û 4 çekdar kuştin e û 2 yên din jî brîndar kirin e. Lê heta niha Opozisyona Sûriyê tu daxuyanî li ser vê yekê ne ragihandiye.

YPG beriya niha ragihandibû, ew dê awayê şerê xwe li Efrînê biguherin û dê şerê partîzanî li wê deverê bikin.

 

C.B