Guhertina demografî li Efrînê yek ji metirsiyên herî mezin e
K24 - Qamişlo
Guhertina demografî li Efrînê yek ji metirsiyên herî mezin e li ser xelkên deverê, hêzên siyasî li Rojavayê Kurdistanê li ser zêdebûna van metirsiyan hevnerîn in, lê ta niha bi rengekî cuda çareseriyê dibînin.
Şerê li ser Efrînê hatiye rawestandin, lê roj bi roj bandorên kontrolkirina hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyonê ji bajêr re zêde dibin, ku di dema dawî de guhertina demografî ya herî xirab e. Rayedarên Tirkiyê bi zelalî dibêjin ku ewê awareyên Sûriyê di herêma Efrînê de bicih bikin û ev yek pêşeroja sedên malbatan dixe metirsiyê de. Serkirdên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji aliyekî din ve dibînin ku bêdengiya civaka navdewletî yek ji sedemên ku derfetê dide hikûmeta Tirkiyê da vê projeyê berdewam bike û nasnameya herêmê bi tevahî biguhere.
Berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Derve ya TEV-DEM'ê Ebdulselam Ehmed ji K24ê re wiha axivî: “Ew miletê me yê dûrî Efrînê neketine û li nêzîkî Efrînê ne, dibin rûpeleke fişarê li ser hêzên navdewletî, da destwerdanê bikin bi taybetî Encûmena Ewlehiya Netewî, ku bi rola xwe rabe. Tirkiyê daye ber çavên xwe ne tenê li Efrînê lê belê li bakûrê Sûriyê bi giştî, ku demografiya wê biguhere û ji bo vê yekê hemû hêza xwe dike.”
Hin siyasetmedarên Kurd ji aliyê xwe ve li ser wê yekê tekez dikin, ku hikûmeta Tirkiyê hemû karînan bidest dixe, da xelkên ji hin herêmên Sûriyê di bajar û gundewarên Efrînê de bicî bike, û dibînin ku vegera xelkê li ser malên xwe destpêka çareseriyê ye, herwiha saziyên navdewletî jî pêwîste bi rola xwe rabin û devera Efrînê ji vê yekê biparêzin.
Endamê ENKS'ê parêzer Ridwan Sîdo dibêje: “Metirsiyeke mezin heye ku guhertineke demografî li Efrînê çê bibe, agahî ji me re tên ku ev guhertin dest pê bûye bi bicîkirina kesên ji dervî herêmê di Efrînê de, ev yek dê berdewam be ji ber Tirkiyê di Efrînê de ye, eger xelkên Efrînê venegerin malên xwe guhertina demografî dê bicî bibe.”
Li ser asta Sûriyê bi giştî metirsiyên guhertina demografî derdikevin holê, bajarê Efrînê jî yek ji bajarên ku metirsiya herî mezin li ser heye, di demekê de ku ta niha nerînên hêzên siyasî li Rojavayê Kurdistanê li ser pêwîstiya vegera xelkê cuda ne.