Opozisyona Sûryê daxwaza lêdana rêjîma Esed dike

Opozisyona Sûryê: Em dixwazin civaka navdewletî hêzê li dijî rêjîmê bikar bîne

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevpeymana opozisyona Sûryê, ji welatên endam di Encûmena Ewlekariyê de xwest, ku êrîşî baregeh û firîngehên Rêjîma Esed bikin.

Di daxuyaniyekê de, Hevpeymaniya Opozisyona Sûryê ragihand, ku firokeyên Rûsyê û yên rêjîma Esed, bi çekên kîmawî êrîşî bajarê Dûma yê Xûta Rojhilatê Şamê kirin û di encamê de bêtirî 100 welatiyên sivîl canê xwe jidest dan, ku zarok û jin din nav wan de hene û bi sedan sivîlên din jî birîndar bûne.

Opozisyonê diyar kir, ku lidarxistina civînên Encûmena Ewlekariyê ji bo rawestandina wan êrîşan, bêmifa ne, ji ber ku Rûsya endama serekî ya wê Encûmenê ye û dikare biryarên wê Vîto bike.

Di daxuyaniyê de, opozisyona Sûryê bang li welatên endam di Encûmena Ewlekariyê de kir, ku baregeh û serbazgeh û firîngehên rêjîma Esed bordûman bikin û hêzê li dijî rêjîmê bikar bînin.

Ji aliyê xwe ve, wezareta derve ya Amerîka ragihand, ku divê serokê Sûryê Beşar Esed û kesên ku piştevaniya wî dikin, bên dadgehkirin û Rûsya jî wek berpirs li ser êrîşên kîmawî li Sûryê tometbar kir.

Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert, di daxuyaniyekê de ragihand, ku Amerîka rewşa Dûma ji nêzîk ve dişopîne û hejmarek ji raporan gihiştine ber destê wan, behsa bikaranîna çekên kîmawî dikin û li gorî wan raporan hejmareke mezin ji xelkên sivîl bûne qurbanî.

N.O