Bêtirî 100 kesên sivîl ji ber êrîşa kîmawî ya Rêjîma Sûryê li Dûma hatin kuştin

Ji ber êrîşa kîmawî, heya niha bêtirî 100 kesên sivîl canê xwe jidest dane, ku di nav wan de zarok û jin hene û bi sedan kesên din jî birîndar bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî jêderên meydanî ji nav bajarê Dûma yê Xûta Rojhilatê Şamê, rêjîma Sûryê şevê din bi çekên kîmawî êrîşî wê navçeyê kiriye, di encamê de êrîşa kîmawî, heya niha bêtirî 100 kesên sivîl canê xwe jidest dane, ku di nav wan de zarok û jin hene û bi sedan kesên din jî birîndar bûne.

Di vê derbarê de girûpa Ceyş El-Islam rêjîma Sûryê bi avêtina bermîlên teqîner û jehrawî bi ser sivîlan de, tometbar kir,

Ji aliyê xwe ve, Komelgeha Pizîşkî ya Amerîkî li Sûryê ragihand, ku nexweşxaneya Dûmayê rastî êrîşekê kîmawî bi gaza Kilorê hat û di encamê de, 6 kes hatin kuştin.

Hevdem wezareta derve ya Amerîka daxuyaniyek belav kir û ragihand, heger hat piştrastikrin ku ew êrîş bi çekên kîmawî bûye û ji aliyê rêjîmê ve hatiye kirin, divê bersiveke navdewletî bihêz hebe.

Lê heya niha jî, Rêjîma Sûriyê red dike ku bi çekên kîmawî êrîşî bajarê Dûma yê Xûta Rojhilat kiribe.

N.O