Amerîka: Divê Esed û alîkarên wî bên dadgehkirin

Ji şevê din ve, hêzên rêjîma Sûryê bi çekên kîmawî li bajarê Dûma yê Xûteya Rojhilatê Şamê didin û heya niha bi sedan sivîl bûne qurbanî.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Amerîka ragihand, ku divê serokê Sûryê Beşar Esed û kesên ku piştevaniya wî dikin bên dadgehkirin û Rûsya jî wek berpirs li ser êrîşên kîmawî li Sûryê tometbar kir.

Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert, di daxuyaniyekê de ragihand, ku Amerîka rewşa Dûma ji nêzîk ve dişopîne û hejmarek ji raporan gihiştine ber destê wan, behsa bikaranîna çekên kîmawî dikin û li gorî wan raporan hejmareke mezin ji xelkên sivîl bûne qurbanî.

Heather Nauert daxwaz ji Rûsya kir, ku piştevaniya xwe ji Hikûmeta Sûryê re rawestîne û kar li gel civaka navdewletî bike, da bikaranîna çekên kîmawî bê qedexekirin.

Herwiha Nauert tekez kiriye, ku divê Esed û kesên ku piştevaniya wî dikin bên dadgehkirin, ji bo bidawîanîna bikaranîna çekên kîmawî û ji ber ku Rûsya piştevaniya Esed dike, ew jî di ber wan êrîşan de berpirs e.

Li gorî jêderên haydar û raporên rêxistiyên mirovî, ji şevê din ve, hêzên rêjîma Sûryê bi çekên kîmawî li bajarê Dûma yê Xûteya Rojhilatê Şamê didin û heya niha bi sedan sivîl bûne qurbanî.

Li gorî raporên pizîşkî, ew birînên li ser laşê qurbaniyan didin xuyakirin, ku herdu gazên Kilor û Sarîn yên jehrawî ji aliyê hêzên rêjîmê ve, li dijî xelkê Dûma hatine bikaranîn.

N.O