Yildirim: Divê yekîtiya ax a Suriye û Iraqê bê parastin

Yildirim diyar kir: Em dive dest bidin hevûdu û yekîtiya xak a Suriye û Iraqê biparêzin”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, di axaftina xwe ya civîna aborî ya Avrasya de ji aloziyên dinav Suriye de tên jiyandin zêdetir, pirsa yekîtiya ax a Suriye û herweha Iraqê anî ziman.

Yildirim diyar kir: Erk dikeve ser milên me hemûyan. Lê, aliyên hêz di destê wan de heye, bi twitterê gefa hevûdu dikin. Wekî ku şerê kolanan dikin. Dem, ne dem a rikberiyê ye, dem a dermankirina birînan e. Em dive dest bidin hevûdu û yekîtiya xak a Suriye û Iraqê biparêzin”.

 

 

C.B