Amerîka armanckirina hêzên Rûsî li Sûriyê bidûr nabîne

Peyvdara Koşka Spî ya Amerîkayê Sarah Sanders armanckirina hêzên Rûsî yên li Sûriyê ji aliyê Amerîka bidûr nabîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdara Koşka Spî ya Amerîkayê Sarah Sanders armanckirina hêzên Rûsî yên li Sûriyê ji aliyê Amerîka bidûr nabîne.

Peyvdara Koşka Spî Sarah Sanders di konferanseke rojnamevanî de derbarê gefa Serokê Amerîka Donald Trump û egera rûbirûbûna di navbera hêzên Amerîkî û Rûsî de ragihand, “Hemû bijarde ne dûr in”

Sanders tekez kir, Trump dibîne ku Sûriye û Rûsya di ber êrîşa kîmawî ya li ser Dûmayê de berpirs in. Lê di heman demê de diyar kir, biryara dawî ya lêdanê nehatiye dan, lê lêdan hîna di çarçova bijardeyên Washingtonê de ne.

Serokê Amerîka Donald Trump duhî di twîtekê de nivîsîbû: “Bila Rûsya xwe ji mûşekên nû, zîrek û ciwan re amade bike.”

 

S. B