Namzedê HDPê yê Serokomariyê Demirtaş e?

Hat ragihandin ku, di kulîsên HDPê de ji bo namzedê 2019an ê Serokomariyê navê Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş derbas dibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin ku, di kulîsên HDPê de ji bo namzedê 2019an ê Serokomariyê navê Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş derbas dibe.

Li gor nûçeya Mahmut Ilicali yê rojnameya Cumhuriyetê, HDPê hefteya borî di civîna Meclisa Partiyê û civîna Lijneya Rêvebir a Navendî de stratejiya xwe ya hilbijartina serokomariyê nirxand. Li gor nêrÎna zêde ya partiyê divê kêlîk berî kêliyekê namzede HDPê yê serokomariyê ji raya giştî re were îlankirin.

Li gor kulîsan, divê HDP hemleyekê bike û ji bo hêviyekê bidin civaka ku di bin Rewşa Awarte de dinale tekane rê îlankirina namzediya Selahattin Demirtaş e. Her çi qas Demirtaş di girtîgehê de be jî di civakê de bersivekê wî heye û dibe rêjeya dengê HDPê bighîne asta 7ê Hezîranê.

 

Di nava partiyê de, şîroveyên ku dibe 16ê Nîsanê di rûniştina Dadgeha Cezaya Giran a 26emîn de bo Demirtaş ceza were birîn û namzediya wî bê astengkirin jî tên kirin. Herwiha li gor hinek partiyiyan jî eger Demirtaş namzed were nîşandan dibe ji ber berteka gel ceza lê neyê birîn.

 

C.B