Guterres di Civîna Konseya Ewleyî de, behsa Pirsa Kurd kir

Di civînê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî got, pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi hevûdu ve girêdayî ne û dinav wan de jî wekî pirsgirêka Sûriyê û ya Kurdan

K24 – Navenda Nûçeyan

Di civîna Civata Asayişa Navdewletî ya di derbarê Suriyê de, careke din tu biryarek nehat standin. Welatên endam li ser pirsa Sûriyê, wek serdemê şerê sar cûda bûn.

Di civînê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî got, pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi hevûdu ve girêdayî ne û dinav wan de jî pirsgirêka Sûriyê û Kurdan. Piştî bombebarankirina Dûma bi kîmyawî, çar caran Civata Ewlekariyê civiya ye, bê ku bigihe tu encamekî. Ew jî jiber vetoyên welatên endamên herdemî. Nûnera Amerîka li Neteweyên Yekgirtî de got, hikumeta Sûriyê 50 caran kîmyawî bikar aniye.

 

 

C.B