Helwêsta Tirkiye dudilî ligel medya nêzîkî hukimetê peyda kir

İbrahîm Karagul ê patronê Yenî Şafak û TV NETê ku medya sereke ya nêzîkî desthilatê tê zanîn, daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê ya derbarê piştevaniya operasyona Sûriyê de ku ji aliyê Amerîka, Fransa û Îngilistanê ve hate destpêkirin, bi tundî rexne kir

K24 – Navenda Nûçeyan

 Patronê Yenî Şafakê Îbrahîm Karagul, derbarê operasyona Sûriyê de rexneyên giran li daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê girtin û got: Wek serdema 15ê Tîrmehê hin kes dixwazin careke din Tirkiyê bike dîlê Amerîkayê

 İbrahîm Karagul ê patronê Yenî Şafak û TV NETê ku medya sereke ya nêzîkî desthilatê tê zanîn, daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê ya derbarê piştevaniya operasyona Sûriyê de ku ji aliyê Amerîka, Fransa û Îngilistanê ve hate destpêkirin, bi tundî rexne kir. Karagul li ser Twîtterê di daxuyaniya xwe de dibêje: Wezareta Derve di daxuyaniyaza xwe de gava piştî operasyonê hisap nekiriye. Artêşên Rojava tû carî li ser cografyaya me nebûne wicdanê mirovahiyê. Li Iraqê gotin çekên kimyewî hene milyonek mirov kuştin.

 Karagul di berdewama peyamên xwe de diyar dike, Tirkiye li bakurê Sûriyê têkoşînê dimeşîne, bi PKK ya ku ji aliyê Amerîkayê ve tê piştevanîkirin. Vê yekê jî bi hevkariya Rûsyayê re dibin serî. Dema di nava Enqere û Moskova de pêwendî qût bibin wê derfêta operasyonê nemîne. Naxwe wê Amerîka û leşkerên wê û digel PKKê, ew cihê ku lê mane wê ji wir careke din berdewam bikin. Dev ji çûyîna Minbêç û Tel Abyadê berdin, em nikarin Efrînê jî di dest de zem bikin. Em nikarin di nava Rûsya û Amerîkayê de vebijêriyekê bikin. Amerîka û şirîkên wê ne li Şamê li Rûsyayê xistin. Ev ne şerê Sûriyê ye, xwe li hev diceribînin. Divê em li karê xwe meyze bikin. Eger êrîş berdewam bikin û pêywendiya di nava Tirkiye û Rûsyayê de xirap bibe, wê ji Îranê heta Rojhilatê Derya Navarast eniyên nû bêne damezrandin. Di şerên gaza xwezayî yên Rojhilatê Derya Navarast de, wê Tirkiye neçar bê hiştin. Hingê em ê mecbûr bimînin ku di sînorên xwe de parastinê bikin û wê ew şer bikeve nava Tirkiyê.

Karagul di ser daxuyaniya wezareta derve ya Tirkiyê re lîstikên di serdema prosesa 15ê Tîrmehê de bibîranîn û diyar kir, divê em pir bi baldar bin, hindek kes dibe ku bixwazin Tirkiyê bikişînin nava wan lîstikên di serdema 15ê Tirmehê de ku Tirkiyê dîsa bikin wek dîlekî di destê Amerîkayê de.

 

 

C.B