Esed xwe ji kuştareke din re amade dike

Israîl: Emê bi hemû hêza xwe rê li ber milîsên Îranê li ser sînorên xwe bigirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî ku Xûta Rojhilatê Şamê xistin bin destê destê xwe de, hêzên rêjêma Esed xwe ji bo encamdana kuştareke din amade dikin û dixwazin "Şoreşa Sûryê" bidawî bînin û êrîşî herdu asêgehên dawî yên Opozisyona Sûryê li parêzgehên Der'a û Idlibê bikin, ku di sala 2011an de, pirîska Şoreşa Sûriyê ji wir destpê kir.

Li ser vê mijarê, govara "Der Spiegel" ya Almanî di raporekê de nivîsiye: "Sibata 2011an, zarok ji xwendingeha xwe çûne ser kolanên bajarê Der'a daku li ser dîwaran binivîsin (Gel xistina rêjîmê dixwaze) lê wan nezanî ku bûyer wê bi vî awayê tirajîdî û xwînawî berfireh bibe. Ji ber ku rêjîma Esed dest bigirtina wan zarokan û eşkencedana wan kir, ji ber wê yekê jî, akinciyên beşê başûrê wî bajarî derketin xwepêşandanan û daxwaza xistina rêjîmê kirin. Vê yekê hişt ku Beşar Esed şer li dijî wan rabigehîne".

Niha Sûrya ketiye rewşêkê, ku ti carî wek wê bi ser de nehatibû, heya niha jî kes nizane, di van 7 salên şerê xwînewî de, çend kes hatine kuştin, lê tê gotin ku "Heya niha 500 hezar kes di wî şerî de hatine kuştin" û milyonan kesên din jî li nav Sûriyê meşext bûne û bi milyonan jî penaber bûne".

Îdlib.. Amanca dijwar

Beşê herî mezin yê meşextên ji Xûta Rojhilat e û alîgirê opozisyona Islamî ye, ji neçarî xwe li bajarê Idlibê girtin, ku li rojavayê Sûryê û li ser sînorê Tirkiyê dikeve. Piştî ku rêjêma Sûryê li bajarê Dûma çekên kîmawî bikar anî, niha berê xwe daye Idlibê.

Ji aliyê xwe ve, şêwirmendê Rêberê Îran Elî Ekber Wîlayetî hefteya derbasbûyî got: "Em bihêvî ne Beşar Esed xwe ji kontrolkirina Idlibê re amade bike" lê ti hûrkariyek li ser wê operasyona mezin eşkere nekir.

Niha jî eşkere ye, ku egera çêbûna cengeke tund û xwînewî li wê parêzgehê di aso de ye û egereke mezin heye ku nakokiyên tund û dijwar li wan navçeyan li gel Tirkiyê jî derkevin.

Ji başûr ve çav li ser Der'a ne

Bijardeya diwem ya li pêşya Beşar Esed ew e, ku li Dera êrîşî Opozisyona Sûryê bike, ku li ser sînorê Urdinê dikeve û 70% ji wê navçeyê, di nav "Navçeyên kêmkirina şer" de ye û niha jî di bin destê çendîn girûpên opozisyonê de ye.

Urdin jî ku nêzîkî nîv milyon penaberên Sûrî ji derveran xwe lê girtine, berdewam dide xuyakirin ku ew naxwaze tevlî kirîza Sûryê bibe. Lê li Emmana paytexta Urdinê, niha hin berpirs hest bi dilgiraniyê dikin, ji ber heger rêjêma Sûryê dest bi êrîşê bike, wê bi alîkariya milîsên Îranê bike.

Herwiha ew navçeyên li başûrê Sûrya ne, nêzîkî sînorên Israîlê ne, çendîn caran Israîl bitundî û rûnî diyar kiriye, ku "Ewê bi hemû hêza xwe rê li ber milîsên Îranê li ser sînorên xwe bigire".

Nêzîkbûna Îraniyan ji başûrê Israîl û Urdinê, herdu welat dilgiran kiriye û di wê çarçoveyê de, Israîl çend caran rastî firokeyên bêfirokevan yên Îranê hat û bingehên serbazî yên ku milîsên Îranî têde ne, bordûman kiriye, ku di dawîn êrîş de, bingeha T4 bû.

N.O