NY û herêma Kurdistanê: Çareseriya pirsgîrêkan bi rêya diyalogê ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Neteweyên Yekgirtî û herêma Kurdistanê tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan di rêya diyalogê de kirin.
Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Jan Kubîş - Nûnerê taybet ê Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.
Her dû aliyan, pêngavên ku heta niha hatine avêtin, mîna vekirina firokxaneyên Kurdistanê, şandina beşek ji mûçeyê fermanberan û berdewamiya diyalogê bi giring binav kirin û tekezî li ser giringiya çareserkirina tevayiya pirsgirêkan di rêya danûstandinan de, destnîşan kirin.
Herweha di dîdara her dû aliyan de, prosêsa siyasî li Iraqê û hilbijartinên bê yê Parlemana Iraqê hatin gotûbêjkirin û behsa beşdarîbûn a herêma Kurdistanê di van hilbijartinan de kirin û hêviya serkeftinê ji hilbijartin û prosêsa siyasî li Iraqê, xwestin.
C.B