Artêşa Azad devera Şehba topbaran kir

Jêderekî ji nava Devera Şehba ji Kurdistan 24 re got ku çekdarên artêşa azad yên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike ji devera Izazê, Nahiya Til-Rifet û derdora wê topbaran kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Devera  Şehba hate topbarankirin.

Jêderekî ji nava Devera Şehba ji Kurdistan 24 re got ku çekdarên artêşa azad yên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike ji devera Izazê, Nahiya Til-Rifet û derdora wê topbaran kir. Wî jêderî da zanîn ku,  hejmarek top li derdora gundê 'Elqemiyê û Til-Rifetê ketine. Devera Şehba di jêr destê Hêzên Sûriya Demokrat de ye û di heman demê de jî  bi hezaran awareyên bajarê Efrînê li wê deverê dimînin.

 

 

C.B