Senatorên Amerîkî bala Tirkiyê dikşînin

66 Senatorên Amerîkayê ji bo berdana Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson ji Serokomarê Tirkiyê re name şandin

K24 – Navenda Nûçeyan

66 Senatorên Amerîkayê ji bo berdana Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson ji Serokomarê Tirkiyê re name şandin.

66 senatorên Komarî û Demokratî yên Amerîkayê, di nameyê de hişyarî dan Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ku, eger Keşe Brunson neyê berdan, ew dê hember Tirkiyê hin bergiriyan bidin pêş.

Senatoran dan xûyakirin, tometên hember Keşe xeyalî ne û ji rastiyê dûr in û ew wek barimetreyek siyasî tê girtin, ku ev rewş zerer dide pêwendiyan her du aliyan.

 

C.B