Federaliya Bakurê Sûryê amara dawî ya qurbaniyên Efrînê eşkere kir

Di encama şerê Efrînê de, 501 welatiyên sivîl şehîd bûne û 797 welatiyên din jî birîndar bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevserokatiya Desteya Bicîkar ya Encûmena Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûryê, di raporekê de hejmara qurbaniyên şerê Efrînê eşkere kir.

Hevserokatiya Desteyê di rapora xwe de ragihand, ku di encama  operasyona Tirkiyê de li ser Efrînê, 501 welatiyên sivîl şehîd bûne û 797 welatiyên din jî birîndar bûne.

Herwiha raporê eşkere kiriye, ku 45 hezar xwendevan ji xwendina xwe dûr ketine û 48 xwendingeh ji encama şer hatine wêrankirin.

Hevserokatiya Desteya Bicîkar ya Encûmena Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûryê, di rapora xwe de daxwaz ji Netewên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropa kiriye, ku bi erkê xwe rabin û guhertina demografî li Efrînê ji aliyê Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad ve rawestînin, ku heya niha bi sedan malabatên çekdarên Xûta Rojhilatê Şamê, li wê deverê hatine akincîkirin.

Di 20ê Çileya derbasbûyî de, artêşa Tirkiyê bi alîkariya hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, li Efrînê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kir, piştê nêzîkî du mehan ji wê operasyonê, di 18 Adara derbasbûyî de, artêşa Tirkiyê tevahiya Efrînê dagîr kir.

Di encama wê yekê de, bi sed hezaran ji xelkê Efrînê ji gund û malên xwe meşext bûn, lê piştî rawestana şer, hêdî hêdî xelkê li malên xwe vegeriyan, heya niha jî ew malbatên ku vegeriyane, di rewşeke dijwar de dijîn.  

N.O