Romanya jî dixwaze Balyozxaneya xwe veguheze Orşelîm
K24 – Navenda Nûçeyan
Hate ragihandin ku, Romanya jî amadeyiyên xwe dike, Balyozxaneya xwe ji Tel Aviv veguheze Orşelîmê.
Ev daxûyanî ji alî Serokê Partiya Sosyal-Demokrat Liviu Dragnea ve hate ragihandin, ku Partiya desthilat e. Bi vî awayî Romanya dibe yekem welat ê Ewrûpa, ku Balyozxaneya xwe vediguheze Orşelîm.
Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) wekî yekem welat biryara veguhestina Balyozxaneya xwe ragihandibû û tê çaverêkirin ev biryar meha Gulan a îsal pêk were.
Serokê Partiya Sosyal-Demokrat a Romanya Dragnea di qenala telewizyonî Antena3 de diyarkir ku: “Wekî hemû welatan mafê Israil e jî, biryarê liser paytexta xwe bide. Me biryar da ye balyozxaneya xwe veguhezin Orşelîmê û proseyê destpê kiriye”.
C.B