Geşta esmanî di navbera Hewlêr û Diyarbekirê de dest pê dike

Geşta esmanî di navbera Hewlêr û Diyarbekirê de bi awayekî rasterast ji nû ve dest pê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Geşta esmanî di navbera Hewlêr û Diyarbekirê de bi awayekî rasterast ji nû ve dest pê dike.

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê da zanîn, biryar e roja Înê 27ê Nîsanê geşta esmanî careke din di navbera Hewlêr û Diyarbekirê de dest pê bike.

Da zanîn jî, roja 27ê vê mehê pêşangeheke cewahir û zêran tê bi rê ve diçe û biryar e nêzîkî 200 zêrîngerên Herêma Kurdistanê beşdarî vê pêşangehê bibin, ji bo wê jî bi hatina wan beşdaran re ji nû ve geşta esmanî di navbera Hewlêr û Diyarbekirê dest pê dike.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Odeya Zêrîngeran a Diyarbekirê Mistefa Akkul ji K24ê re ragihand, destpêkê hin pirsgirêk ji bo beşdariya zêrîngerên Herêma Kurdistanê hebûn, lê ew pirsgirêk hatin çareserkirin û roja 27ê Nîsanê geşta esmanî di navbera Hewlêr û Diyarbekirê de dest pê dike.