Di Derheqê Serokê PAKê Mustafa Özçelik û Rêvebirê PAKê Hanifi Turan de Doz Hate Vekirin

Li ser daxwaza Dozgerê Cumhûrîyetê yê Wanê di derheqê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û Endamê Komîteya Birevebirîya Navendî ya PAKê Hanifi Turan de, ji Qanûna li Dijî Terorê ya bi hêjmara 3713yan tê binav kirin doz hate vekirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê bi daxûyaniyekê ragihand ku, di derheqê Serokê PAKê Mustafa Ozçelik û Endamê Komîteya Birevebirîya Navendî ya PAKê Hanifi Turan de doz hatiye vekirin.

Ev naveroka daxûyaniyê ye:

Li ser daxwaza Dozgerê Cumhûrîyetê yê Wanê di derheqê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û Endamê Komîteya Birevebirîya Navendî ya PAKê Hanifi Turan de, ji Qanûna li Dijî Terorê ya bi hêjmara 3713yan tê binav kirin doz hate vekirin.

Serokê Gişti yê PAKê Mustafa Özçelik û endamê Komîteya Birevebirîya Navendî ya PAKê di roja 17.12.2017an de li Wanê di Konferansekê de axaftibûn. Ji ber van axaftinan wan Mustafa Özçelik, li Emnîyeta Stenbolê, Hanefî Tûran jî li Emnîyeta Dîyarbekirê îfade dabûn.Piştî van îfade dayinan, nuha jî di derbarê wan de doz hatiye vekirin.

Daniştina yekemîn ya Mehkemeyê di roja 11.06.2018an de dê li Stenbolê dar bikeve.

25.04.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê