Amnesty bo Tirkiye: Rewşa Awarte bidawî bîn in!

Rêxistina Lêborîna Navdewletî Amnesty International daxwazê ji Tirkiyê dike ku, Rewşa Awarte bi dawî bîn e, ku wekî behaneyekê ji bo bêdengkirina Opozisyon û çapemeniyê tê bikar anîn

K24 – Navenda Nûçeyan

 Rêxistina Lêborîna Navdewletî Amnesty International daxwazê ji Tirkiyê dike ku, Rewşa Awarte bi dawî bîn e, ku wekî behaneyekê ji bo bêdengkirina Opozisyon û çapemeniyê tê bikar anîn.

Îro Rêxistina Lêborîna Navdewletî  di raporekê de behsa encamên Rewşa Awarte li Tirkiyê kiriye û nivîsandiye ku, ev yek ji aliyê desthilatdariya Tirkiyê ve bi derfet hatiye dîtin, ji bo bêdengkirina çalakvanên mafê mirovî, rojnamevan, civaka sivîl û Opozisyona wî welatî.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî  daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku, Rewşa Awarte bi dawî bîn e, ku berovajiya parastina ewleyiya neteweyî tê bikar anîn.

 

 

C.B