Daxwaza hêzên aştîparêz ji bo Efrînê tê kirin

Hêzên siyasî û êlên bakurê Sûrya ji Yekîtiya Ewropa û Netewên Yekgirtî dixwazin ku di bin siya hêzên aştîparêz de, xelkê Efrîn li malên xwe vegerin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hêzên siyasî û êlên bakurê Sûrya ji Yekîtiya Ewropa û Netewên Yekgirtî dixwazin ku di bin siya hêzên aştîparêz de, xelkê Efrîn li malên xwe vegerin.

Di nameyekê de ji bo Perlemana Yekîtiya Ewropa û sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî, aliyên siyasî û êlên li bakurê Sûryê dijîn diyar kirine, ku di encama êrîşa Tirkyê de li ser Efrînê, bêtirî 800 kesên sivîl hatine kuştin, herwiha nêzîkî 200 hezar kes bi zorê ji malên xwe hatine derxistin.

Di wê peyamê de, daxwaz ji herdu aliyan hatiye kirin, ku alîkariya meşextên Efrînê bikin, yên ku li navçeyên Helebê dijîn, herwiha daxwaza hêzên parastinê kirine, ji bo di bin siya hêzên aştîparêz de xelkê Efrîn li malên xwe vegerin.

Di beşekî din yê nameyê de, daxwaza şandina tîmên lêkolînê ji bo bajarê Efrînê kirine, daku binpêkrinên artêşa Tirkiyê û bizavên guhertina demografî li wê deverê eşkere bikin.

N.O