Pompeo eniya li dijî Îranê yek dixe

Wezîrê Derve yê Amerîka yê nû Mike Pompeo daxwaz ji welatên Kendava Erebî dike dorpêça li ser Qeterê bidawî bînin û rêzên xwe li dijî Îranê yek bixin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka yê nû Mike Pompeo daxwaz ji welatên Kendava Erebî dike dorpêça li ser Qeterê bidawî bînin û rêzên xwe li dijî Îranê yek bixin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li Riyazê di konferanseke rojnamevanî ligel hevpostê xwe Adil Cubêr de jî got: “Yekgirtina Kendava Erebî girîng e û pêwîst e pêk bê”

Serdana Wezîrê Derve yê Amerîka bo Siûdiyê di demekê de ye, Siûdiye bi niyaz e xendeqekê di navbera xwe û Qeterê de bikole û bi yek carî ji wî welatî bidûr bikeve.

Rojnameya Amerîkî “New York Times” jî belav kir, Washingon dixwaze dorpêça li ser Qeterê bidawî bibe û welatên Kendava Erebî rêzên xwe yek bixin ji bo rûbirûbûna Îranê û jinavbirina DAIŞê.

Wê rojnameyê naveroka peyama Pompeo aşkere kir jî, ku tenê ew bû: “Dorpêça li Qeterê bes e.”

Her yek ji Siûdiye, Îmarata Erebî, Behrên û Misrê di meha Hezîrana bûrî tevahiya pêwendiyên xwe bi Qeterê re birîbûn û dorpêça bijayî û esmanî xistibûn ser wî welatî, ev yek jî ji ber pêwendiyên Qeterê bi Îranê hatibû.

Herwiha POmpeo got jî: “Îran li ser navçê gef e û vekişîna Amerîka ji rêkeftina atomî jî bijardeyek e li pêş Amerîkayê, heger ew rêkeftin neye serastkirin.

 

S. B