Îro Demîrtaş li Stenbolê derdikeve pêşberî dadgehê

Heger di rûniştina îro de, derbarê Demîrtaş biryar neyê stendin, wê di rûniştina bê de biryara dawî derbarê wî bê stendin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş û perlemanterê HDPê yê Enqerê Sirrî Sûreya Onder li Stenbolê ji ber daxuyaniyên wan yên di dema pêvajoya aştiyê de tên dadgehkirin.

Li gorî zanyariyan, heger di rûniştina îro de, derbarê Demîrtaş biryar neyê stendin, wê di rûniştina bê de biryara dawî derbarê wî bê stendin.

Lê li gorî rojnameya Cumhuriyet a Tirkiyê, heger di rûniştna îro de Demîrtaş bê cezakirin yan na, her ewê bibe namzedê HDPê yê serokatiya Tirkiyê.

Saziya hilbijartinan ya Tirkiyê diyar kirye, ku pêwîst e navên berbijarên serokatiya Tirkiyê, di navbera 4 heya 9ê Gulanê de bên destnîşan kirin.

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve hatiye girtin.

N.O