Kilîçdaroglû: Nabe serokê partiyekê bibe serokê Tirkiyê

Kemal Kilîçdaroglû: Ez xwe ji bo hilbijartinên serokatiya Tirkiyê berbijar nakim

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê CHPê Kemal Kilîçdaroglû ji rojnameya Hurriyetê re ragihand, ku ew xwe ji bo hilbijartinên serokatiya Tirkiyê berbijar nake û çênabe  serokê partiyekê bibe serokê komara Tirkiyê.

Kilîçdaroglû diyar kir, ku divê serokê Tirkiyê bê alî be û hemû beşên civakê himêz bike û got: Divê karînên serokkomar ji bo çarekirina pirsên Tirkiyê hebe û xelk baweriyê pê bînin.

CHPê heya niha berbijarê xwe ji bo hilbijartinên serokatiya Tirkiyê eşkere nekirye û tê pêşbînîkirin, ku di nav çend rojên dahatî de berbijarê xwe eşkere bike.

Li aliyekî din, rojnameya Cumhuriyet a Tirkiyê belav kiriye, ku HDPê hevserokê xwe yê berê Selahedîn Demîrtaş, ku niha di zindanê de ye, ji bo hilbijartinên serokatiya Tirkiyê berbijar kiriye.

Herwiha saziya hilbijartinan a Tirkiyê diyar kirye, ku pêwîst e navên berbijarên serokatiya Tirkiyê, di navbera 4 heya 9ê Gulanê de bên destnîşankirin.

N.O