Hêzên Tirkiyê termên 22 çekdaran radestî rêjîma Sûryê kirin

Medya ya nêzîkî YPGê: Piroseya radestkirina wan terman, di bin serperiştiya Rûsya de çêbûye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Medya ya nêzîkî YPGê ragihand, ku şevê din artêşa Tirkiyê termê 22 çekdarên hêzên gelerî, ku Hikûmeta Sûryê di dema operasyona Efrînê de,  ji bo alîkarya YPGê şandibûn deverê, radestî rêjîma Sûryê kir.

Li gorî zanyariyên YPGê belev kiriye, piroseya radestkirina wan terman, di bin serperiştiya Rûsya de çêbûye.

Herwiha hatiye belavkirin, ew termên ku hatine radestkirin, termên wan kesan in, ku li Kefer Cenê rastî êrîşeke artêşa Tirkiyê hatibûn û nêzîkî 60 çekdar ji hêzên gelerî hatibûn kuştin.

Operasyona (Şaxê Zeytûnê) ku artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin ketîbeyên opozisyona Sûryê encam da, di 20ê Çileya derbasbûyî de destpê kir û di 18ê Adara derbasbûyî de, artêşa Tirkiyê karîbû bajarê Efrînê dagîr bike.

N.O