Artêşa Sûryê bi top û firokeyan êrîşî bingehên HSD li Dêra Zorê kirin

Ev sêyem êrîş e ku di nav 3 rojan de, ji aliyê artêşa Sûryê ve, li dijî HSDê li Dêra Zorê tê encamdan

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî medya ya nêzîkî HSD, ji duh ve artêşa Sûryê li gel milîsên hevpeymanên wê, êrîşî bingehên HSDê dikin, yên li gundên Cinîne û Cî'a yên li bakurê rojhilatê Dêra Zorê hatibûn avakirin.

Hin jêderên haydar ragihandin, ku artêşa Sûryê ji navçeyên Salihiyê û Hisêniyê, bi riya firoke û topan êrîşî wan bingehên HSD kirine.

Ev sêyem êrîş e ku di nav 3 rojan de, ji aliyê artêşa Sûryê ve, li dijî HSDê li Dêra Zorê tê encamdan, berî du rojan jî HSD ragihand, piştî ku artêşa Sûryê 4 gund li gundewarên Dêra Zorê kontrol kir, hêzên HSD dubare ew gundana ji destê rêjîmê derxistin".

N.O