PSK: Dem dema yêkxistina hêzên azadîxwaz û demokratik e

Meclisa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di 28-29. 04. 2018an de li Diyarbekirê civiya. Di civînê da gengeşî li ser rewşa siyasi, bi taybetî jî pêvajoya hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê hat kirin. Di dawiyê de biryar hat sendin ku belavoka li jêr ji raya giştî re bê eşkere kirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê civîna xwe ya Meclisê lidar xist û biryarên civîna xwe bi daxûyaniyekê ragihand raya giştî. Kopyeyek jê gihişte K24. Ev naveroka daxûyaniyê ye:

Meclisa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di 28-29. 04. 2018an de li Diyarbekirê civiya. Di civînê da gengeşî li ser rewşa siyasi, bi taybetî jî pêvajoya hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê hat kirin. Di dawiyê de biryar hat sendin ku belavoka li jêr ji raya giştî re bê eşkere kirin.

Mesela Kurd û Kurdistanê pirsa herî esasî, kûr û giran a Rojhelata Navîn e. Sedemên ew kêşeyên siyasî, aborî, çandî û civakî ku ev sed sal in li Tirkiyê, Suriyê, İranê û Iraqê rûdidin, ne nasandına mafên netewî yên gelê Kurd e. Sedemek ji sedemên nearamî û pevçûnên ku li herêmê berdewam in, ji safî nekirina pirsa Kurd e. Îro bandora çaresernekirina pirsa Kurd xwe li Tirkiye nişan dide.

Paş demeke ku li Tirkiyê hîn nermayî û reform çêbibûn, hikûmeta AKPê di mesela Kurd de carek din vegeriya siyaseta tundutijî, şer û pelixandinê. Tirkiye ne tenê li hundir de, herweha li derve jî bi tûndî li himber hemî destkeftiyên Kurdan derdikeve. Nimuneyên halwesta dewleta Tirk derbareyê ê  Referanduma serxwebûna Kurdistanê û dagirkirina Efrînê de eşekere dike, ku Tirkiye li Rojhelata Navîn de pêşengiya dijayetiya Kurdan dike.

Hikumeta AK Partî, wek berê, îro jî derheqa pirsa Kurd de tundûtijiyê bi kar tîne, demokrasiyê ji holê radike, Rewşa Awerte îlan dike, pêşiya bi kar anina maf û azadiyên bingehîn digre. Tiştên ku eva çend sal in li Tirkiyê diqewmin, ev in. Hikûmeta AKPê îro derbareyê pirsa Kurd de teslîmê siyaseta şer bûye, di qada siyasetê da jî ber bi otoriteriyê ve diçe. Rewşeke bi vê awayî bibê nebê Tirkiyê xistiye nava qeyraneke aborî û siyasî û heman demê de ji dezgeyên wek Yekitiya Evropa û navenetewî jî dûr dixe.

Roj tune ye ku dezgeyên navneteweyî derbarê binpêkirina maf û azadiyan, kiryarên neadilane û biryarên dadgehan ên derê hiqûqê rapor belav nekin. Hikûmet, KHK (Biryarname di hukmê Qanunê da) li himber hêzên mûxalif û dengên nerazibûnê wek şûr bikar tine. Di van çend salên dawî de bi sed hezaran kes bi biryarên îdarî ji kar hatin avêtin, bi asî wan jî hatin girtin, ên din jî bi tehda û gef û tirsandinê hatine bêdeng kirin. Qedexekirina derketina kolanan û çûyina zozanan li Kurdistanê rewşa aborî û ya rojane her diçe zehmettir dike.

Ligel vê yêkê di vê Rewşa Awerte û zirûfên giran da hikûmeta AKPê bi şirîkê xwe MHPê ra biryar da ku hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê pêşwext bêne çêkirin. Şik tune ku biryara hilbijartinên pêşwext ciyê ku pirsgirekên heyî çareser bikin, wê ev aloziya heyî hîn kurtir bike. Di rewşeke ku mafên ragihandina raman, ifade û rêxistinkirinê di bin gefan û astengan da bin, ne mumkin e ku hilbijartinên 24ê Heziranê bi awayeke adil û demokratik birêve biçin. Di aliyê din de jibona, ku nekevine hilbijartinan, pêşiya hemî partiyên Kurdan hatine girtin. Jiber bi sedan xalên destûrî û qanûni, partiyên Kurdan ne dikarin beşdarê pêvajoyên sîyasî, ne jî beşdarê helbijartinan bibin. Ki dikare bêje ku hilbijartinên ku di rewşeke wisa de çêbibin, wê demokratîk, azad û adil bin?

Lê tevê van tehdayên nedemokratik, tirs û kiryarên derê hiqûqê, her tişt xilas nebûye. Em dikarin dawî li vê tarîtîyê bînin û derkevin ronahiyê, em dikarin pêşiya şer û pevçûnê bigrin; ev di destê me da ye. Ji bo vê yekê divê hemî hêzên siyasi yên Kurd li ser bernameyeke neteweyî tefaq bikin da ku bikaribin gelê Kurd bo azadî û demokrasiye seferber bikin; divê bi hêzên demokrat û azadîxwazên Tirkiyê re hevkariyê bikin û pêşî li vê rewşa xirab bigrin. Divê pêvajoya helbijartinên 24ê Heziranê bibin platforma xebatên azadî, aştî û demokrasiyê.

Li aliyê din ji bo ku hilbijartinên 24ê Heziranê bi awayeke demokratik rêvebiçin divê beriya her tiştî Rewşa Awerte betal bibe, bi karanina KHKan bi dawî bê. Mexduriyetên ku ji ber Rewşa Awerte çêbûne divê bêne qerebu kirin. Pewîst e qanuna partiyan û hilbijartinan bi awayeke demokratik ji nûh ve bên sererastkirin.

A herî gring ew e ku divê dewlet dev ji operasyonên eskerî berde, PKK jî bê şert û qeyd agirbes îlan bike û çekdarên xwe derxe derê sînor. Bi vî awayî him zemin bo hilbijartinên demokratik amade dibe,  him jî wê rê asayîbûnê û pêvajoyeke diyalogê ya nû vedibe.

Em wek Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Cejna 1ê Gulanê ya hemî karker û xebatkarên cîhanê pîroz dikin û herweha daxwaz ji gelê xwe dikin, ku ji bo pîrozkirina 1ê Gulanê derkeve kolanan bi aşitiyane daxwaza mafên xwe yên netewî û demokratik bike.

30.04.2018

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan